Rûsya Dibêje Heta Niha 1,730 Leşkerên Ukraynî li Azovstal Xwe Radest Kirine

Hîn leşkerên Ukraynî ku xwe radestî Rûsan kirine

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro Pêncşemê ragihand ku 1730 leşkerên Ukraynî wê hefteyê li kargeha pola ya Azovstal ya dorpêçkirî li bajarê Mariupolê yê Ukraynayê xwe radest kirine.

"Di nava 24 demjimêrên borî de 771 çekdarên alaya neteweperestên Azovê xwe radest kirine. Bi giştî, ji 16'ê Gulanê û vir ve 1730 çekdar xwe teslîm kirine û di nava wan de 80 birîndar hene," wezaretê di daxuyanîya rojane ya derbarê pevçûnan de got.

Di wê çarçoveyê de Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) got ku wan li ser daxwaza alîyan destpê kiriye ku şervanên ji kargeha Azovstal derketine tomar bikin û di nav wan da birîndar jî hene.

Tomarkirinê roja Sêşemê destpê kiribû û operasyon hêşta jî îro Pêncşemê berdewam dike.

ICRC li ser Twitterê bang li alîyên şer kir ku mafên şervanan biparêzin.

Herwiha, Rêxistina Lêxweşbûnê ya Navnetewî (Amnesty International) jî banga rêzgirtina mafên leşkerên Ukraynî kir.

Cîgirê Rêvebirê Amnesty yê jibo Ewrupaya Rojhilat û Asyaya Navîn, Denis Krivosheev got ku divê girtiyên şer bi ti awayî tûşî êşkence û reftara xirab nebin.

Krivosheev herwiha got ku divê destûr ji ICRC re were dayîn ku xwe bigihîne û divê desthilatdarên pêwendîdar, li gor Peymana Cenevrê bigirin bi tevahî rêzê li mafên girtiyên şer bigirin.