Ukrayna ragihand ku Rûsya bi şev êrîşên esmanî birine ser başûrê Odesa.
Karbidestên Ukrayna dibêjin ku jiber êrîşan binesazîya bendergehan zararên mezin dîtine û hin depoyên dexlûdan jî şewitîne.
Wezîra Aborî ya Yulia Svyrydenko ji X’ê wêneyên ziyanê weşandin.
Svyrydenko dîyar kir ku li Odesa êrîşên mezin qewimîne û li depo û bendergehan zararên mezin çêbûne.
Walîyê Odesa Oleh Kiper jî got ku li depoyan zararditî 1000 ton dexlûdan hebûn.
Di êrîşên Odesa de ti kuştin û birîndar çênebûne, lê di êrîşên Khersonê de bi kêmî ve 1 kes hatiye kuştin.
Jêder: AFP