Ukrayna Xebatên jibo Hilcivîna Aştîyê Didomîne

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê got ku ew hêvî dike ku payîzê li welêt hilcivîneke aştîyê li dar xin.

Zelenskyy dîyar kir ku danûstandinên dê vê hefteyê li Erebistana Saudî dar Kevin jibo hilcivînê gavên pêşî ne.

Wî got ku li Erebistana Saudî, 40 dewlet dê werin temsîl kirin.

‘’Jibo hilcivîn payîzê li dar keve em xebatan didomînin. Payîz nêz e, lê jibo hazirîyê û jibo em piranîya dewletên cîhanê vexwînin hîn wext heye.’’

Serokomarê Ukrayna û tîma wî tevî hevbendên xwe hewil didin ku hilcivîneke berfireh ya aştîyê li dar xin.

Hilcivîn dê ser 10 xalan li dar keve û Kîevê par payîzê xetên wê yên serekî ragihandibûn.

Şerê Rûsya û Ukrayna par meha Sibatê destpê kir û heta niha didome.

Rûsya meha borî ji peymana dexlûdan ya Deryaya Reş vekişî ku dewletên cîhanê dibêjin ew rewiş wê krîza xwarinê mezintir bike û li rêkên nûkirina peyman û aştîyê digerin.

Jêder: AFP