Berpirsekî ICRC Hêviya Derxistina Bêhtir Ya Xelkê Ji Mariupola Dorpêçkirî Dibîne

Rêvebirê operasyonên ICRC Dominik Stillhart

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) hêvî dike ku derxistina serkeftî ya sivîlan ji kargeha pola ya dorpêçkirî li bajarê Mariupolê Ukraynayê, dê rê li ber bêhtir mirovan veke ku ji taxê derkevin, li gor rayedarekî payebilind yê ICRC.

Dominik Stillhart, rêvebirê operasyonên ICRC di hevpeyvînekê de ku roja Şemîyê hatiye weşandin ji rojnameya Neue Zuercher Zeitung ya Swîserî re got, "Ezmûn nîşan dide ku çalakiyek serketî bêtir alîkariyê dike, ji ber niha herdu aliyan dît ku ew kar dike. Em hêvî dikin ku em niha dikarin li ser vê kêmtirîn baweriyê ava bikin."

ICRC û Neteweyên Yekbûyî kar dikin ji bo derxistina xelkê sivîl ji kargeha pola Azovstal, ku ew jî rojên destêka şerê Rûsya li dijî Ukraynayê ve di bin dorpêçkirinê de ye.

Ukrayna got 50 sîvîl roja Înîyê hatin derxistin, tevî ku wê Rûsya tawanbar kir bi binpêkirina agirbesta ku rê ji bo derxistina bi dehan kesên li wir asê mayî re vedike.

Rûsya red kir ku ew sivîlan armanc digre û dibêje wê "operasyoneke taybet" di 24ê Şibatê de ji bo bêçekkirina Ukrayna û “paqijkirina wê ji faşîstan” dest pê kiriye.

Jêder: Reuters