Artêşa Ukrayna Dibêje Tevahîya Kupianskê Ketiye Bin Kontrola Wê

Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku wê tevahîya bajarê Kupiansk ya li rojhilata bakurê welêt xistiye bin kontrola xwe.

Li gor ragihandina artêşê hêzên Ukraynî pêşveçûnên yekîneyên Rûsî yên ber bi xeta hesinî ve sekinandine.

Karbidestekî ji alîyê Rûsya ve hatibû erkdar kirin berî daxuyanîya artêşa Ukrayna dîyar kiribû ku hêzên Moskowê taxên li derveyî bajêr xistine bin kontrolê.

Kupiansk di rojên pêşî yên dagirkerîya Rûsya de, ku Sibata 2022’yan destpê kiribû, ketibû bin kontrola hêzên Moskowê û piştre Kîevê ew jinûve sitandibû.

Di demên dawî de hêzên Rûsî yên li herêmê ji berê çalaktir bûn.

Artêşa Ukrayna ji Telegramê dîyar kir ku li Kupianskê ti yekîneya Rûsya nemaye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku ew nikare daxuyanîyên li qada şer bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Jêder: Reuters