Ukrayna Dibêje bi Êrîşên Rûsya li Kharkivê bi Dehan Sîvîl Birindar Bûne

Ukrayna ragihand ku Rûsya îro Sêşemê êrîş biriye ser herêma sîvîl ya Pervomaisk ya Kharkivê.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku di encama bombebaranan de bi kêmî ve 30 kes birîndar bûne û di nav wan de 9 zarok hene.

Wezareta Navxweyî ya Ukrayna dîyar kir ku zarokê birîndar yê herî biçûk 10 mehî ye.

Walîyê Kharkivê Oleh Synehubov got ku bombebaran bi demjimêra herêmî ya Kîevê di 13:35 de destpê kiriye û bi bombeyan jimareke maşîneyan şewitîne.

Dîmenên ji herêmê nîşan didin ku avahîyan zarar dîtine û hin maşîne jî wergerîne.

Jêder: AFP