Cîgira wezîrê berevaniyê yê Ukraynayê Hanna Maliar roja Yekşemê got, bendava Kaxovka ji aliyê hêzên Rûsî ve hat teqandin ji bo rêgirtina li pêşveçûna leşkerên Ukraynayê li başûrê herêma Xersonê.
Ukrayna hêzên Rûsî bi teqandina bendavê ji hundirê santrala hîdroelektrîkê ya girêdayî wê tawanbar kir. Ev cih ji heftiyên destpêkê yên şerê Rûsyayê di Şibata sala borî de, di bin dagirkeriya Rûsyayê de ye.
Mosko jî Ukrayna bi rûxandina bendavê tawanbar kir.
Her aliyekî yê din bi topbarankirina sivîlan tawanbarkir, di demekê de ku xebatên rizgarkirinê têne kirin.
Maliar li ser Telegramê got: "Teqîna santrala hîdroelektrîkê ya Kaxovka bi mebesta rêgirtina li êrîşa Hêzên Parastinê yên Ukraynayê li Xersonê hatiye kirin."
Wê got teqandina bendavê ya ku lehiyeke mezin rakir û bajar û gund xistin bin avê, rûniştvan asê hîştin û malên wan tev rakirin.
Wê her wiha nîşan bi wê yekê da ku armanc ew bû ku rê bide belavkirina yedekên Rûsî bo deverên Zaporîja û Baxmûtê.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja şemiyê got ku li Ukraynayê operasyonên dijber û berevaniyê diqewimin. Wî tu hûrgilî nedan.
Berdevkekî leşkerî got ku hêzên Ukrayna heta 1400 metreyan li çend beşên eniya şer ên li nêzî bajarê Baxmût ê rojhilatê pêşde çûne.
Çavkanî: Reuters