Holanda û Danîmarka Dê Firokên F-16 bo Ukrayna Bişînin

Firoka F16

Holanda û Danîmarka dê firokên şer yên F-16 vê havînê ji Ukraynayê re bişînin da ku berevanîya xwe hember êrîşên Rûsyayê bike.

Di daxuyanîyeke hevbeş de ligel Amerîkayê, herdu welatan îro Çarşemê ragihand ku prosesa veguhestina firokên Amerîkî bo Kîevê destpê kiriye û Washington piştgirîya vê yekê dike.

Ev yek di demekê de tê ku Hilcivîna NATO li Washingtonê bi amadebûna rêberên hevpeymanîya 32-endamî birêve diçe. Piştgirîya Ukrayna di şerê ligel Rûsyayê de yek ji mijarên serekî ye ku li kombûnên NATO'yê tên gotûbêjkirin.

Daxuyanîya hersê welatan herwiha got ku Belcîka û Norwêc jî dê bêtir firokên şer bide Ukraynayê

û bal kişand ser alîkarîya welatên din yên endam di warê bihêzkirina karîna hêza esmanî ya Ukraynayê.

Ji alîyekî din ve, Serokê Amerîkî Joe Biden îro ragihand ku Ukrayna dê pênc sîstemên din yên berevanîyê ji Amerîka, Almanya û Romanyayê wergire.

Biden ev yek do Pêncşemê li Washington dema pîrozkirina salvegera 75'an ya damezrandina NATO'yê ragihand.

Tevî ku Ukrayna endamê NATO ye, lê serokê wî welatî Volodymyr Zelenskyy van rojan civînên girîng ligel karbidestên Amerîkî û yên welatên din jibo misogerkirina bêtir alîkarî bo Ukraynayê pêk tîne.