Ukrayna Moskowê bi Bombebarankirina Cihên Sivîlan Tawanbar Dike

Ofîsa serokê Ukraynayê îro Yekşemê teqînek li Xarkiv ragihand û got hêzên Rûsî boriyeke gazê teqandine.

Teqîn dibe ku bibe sedema "kareseteka jîngehê" û di heman demê de ji niştecihan hatîye xwestin ku pencereyên xwe bi cil û paçên şil binixumînin û gelek avê vexwin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro got Moskow deverên sivîlan li Ukraynayê bombebaran dike, li dema ku hêzên Rûs hewl didin ku kûrtir derbasî nava Ukraynayê bibin.

Zelensky di gotarekê de ku li ser înternetê hate weşandin got "Şeva borî li Ukraynayê rewş hovane bû, dîsan gulebaran, dîsan bombarduman li herêmên niştecihbûnê û binesazîya sivîl hebûn."

Li alîyê din ve li gorî Associated Press, Serdozgera Ukraynayê, Iryna Venediktova, dibêje li Xarkîvê şerekî dijwar diqewime lê hêzên Rûsî nekarîne Xarkivê bistînin, ku bajarê duyemîn yê herî mezin e li Ukraynayê, ku bi qasî 40 kîlometran dûrî sînorê Rûsyayê ye.

Hevalbendên Rojavayî jî bersivê didin. Serokwezîrê Alman Olaf Scholz Şemîyê got welatê wî dê "di zûtirîn dem da", 1,000 çekên dijî tankan û 500 mûşekên Stinger yên erd bo esmanî bişîne Ukraynayê û ofîsa serokatîya Fransayê jî got ku Fransa dê çekên berevanîyê û sotemeniyê bişîne Ukranyayê.

Serok Zelensky roja Yekşemê spasîya şandina alîkarî û piştgirîya bo Ukraynayê ji alîyê hevalbendên navnetewî ve kir û got "Rast e. Em çek, derman, xwarin, sotemenî û pereyan werdigrin," "Hevpeymanîyek bihêz ya dijî şer ji bo piştgiriya Ukraynayê hatîye avakirin.

Sînorên Ukraynayê bi maşîneyan tijî bûn ji ber penaberên ji welatî derdikevin. Sazîya Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî Şemiyê got ku zêdetir 150,000 kes ji ber şerî reviyane, nîvê wan ber bi Polonyayê ve çûne, û dibe ku heta 4 milyon kesên din jî birevin heke rewş xirabtir bibe.

Zelenskyy î Şemiyê got ku paytext Kîev di destê Ukraynayê de ye, dema ku karbidestan ji hewlatiyên wî welatî xwestin ku harîkariya parastina Kîevê bikin dijî hêzên Rûsî.

Komên piçûk yên leşkerên Rûsyayê Şemîyê li paytextî Kîevê hatin ragihandin, lê karbidestên Brîtanî û Amerîkî dibêjin ku piraniya hêzên Rûsî 30 kîlometran dûrî navenda bajarî ne.

Zelenskyy di vîdeoyek ku ji kolanên Kîevê hatiye tomarkirin de got: "Em li ber xwe didin û êrîşên dijmin bi serketî dişkînîn." Wî herwiha got ku ew dixwaze ligel Rûsyayê biaxive.

Karbidestekî Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî, ku nexwest navê xwe bêje, roja Şemîyê gote rojnamevanan: "li gor tiştên ku em dibînîn, em berdewam di wê baweriyê de ne ku ev berxwedan ji ya ku Rûsan hêvî dikir mezintir e… bi taybetî li herêmên bakurê Ukraynayê."

Li gor wezîrê derve yê Ukraynayê, apartmaneke bilind li paytext Kîevê serê sibê roja Şemiyê bûye armanca mûşekeke Rûsî. Karkerekî rizgarkirinê gote Associated Press ku şeş kes di encamê de birîndar bûne.