Ukrayna Dibêje Paketa Nû ya Toleyên YE Wê Aborîya Şer ya Putin Bifetisîne

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê wek bertekek li hember dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna dijî wê paketa toleyan ya 14’an ragihand.

Bi vê paketê rê li ber gaza avî ya Rûsî tê girtin ku ew ji dewleteke YE neçe dewleteke din.

Di paketê de dijî 116 kes û sazîyan tole hatine ragihandin û jibo kompanîyê toleyên heyî pûç nekin tedbîr jî hatine berfireh kirin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Duşemê li civîna Konseya Peywendîyên Derve yên YE’ê got ku tole jibo ‘’fetisandina aborîya şer ya Putin’’ girîng in.

Kuleba ser malpera X’ê jî dîyar kir ku divê berevanîya esmên ya Ukrayna were xurt kirin û alîkarîyên leşkerî demûdest werin ber destên hêzên Ukraynî.

Wî got ku jibo ew li seranserê Ewrupayê aştî û îstiqrareke demdirêj çêkin divê ew ‘’êrîşvanîya Rûsî ya li axên Ukrayna’’ têk bibin.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borell berî civîna konseyê li Luksemburgê ji rojnamevanan re got ku pêdivîya Ukrayna bi pirtir alîkarîyan heye.

Borell konferansa aştîyê ya Ukrayna ya li Swîre û serdana Serokê Rûsya Vladimir Putin ya li Koreya Bakur dan ber hevdu.

Wî dîyar kir ku Putin ‘’bi awayekî eşkere jibo şerekî demdirêj hazirîyê dike.’’

Karbidestên Ukrayna îro Duşemê radigihînin ku Rûsya bi muşekan êrîş biriye Odesa ya li başûr û di êrîşê de bi kêmî ve 3 kes birîndar bûne.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku Rûsya di êrîşê de du muşek karanîne û berevanîya esmên muşekek berî bigihije hedefê sekinandiye.

Walîyê herêma Odesa Oleh Kiper ji Telegramê dîyar kir ku êrîşê zarar daye binesazîya sîvîl û şewat çêkiriye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Duşemê ragihand ku sîstemên berevanîya esmên li ser Rostovê 4 dron pûç kirine.

Walîyê herêma Rostovê Vasily Golubev ji Telegramê dîyar kir ku enqaza dronê li ser kargehekê ketiye, lê ti kes birîndar nebûye.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin.