Artêşa Ukrayna îro Înê ragihand ku Rûsya meha borî pirtir ji 2000 dron firandine navendên sîvîl û leşkerî.
Karbidestên Kîev ya paytext didin zanîn ku Rûsya meha borî 20 caran êrîş birine ser bajêr.
Li gor ragihandina artêşê meha borî ji 2023 dronên Rûsya 1185 hatine sekinandin û cîhên 738 ji wan dronan jî hatine hinda kirin.
Artêş dîyar dike ku Rûsya bi dronan êrîşan pirtir dibe ser herêmên sîvîlan û binesazîya krîtîk.
Ukrayna îro Înê jî ragihand ku Rûsya di êrîşên dawî de li herêma Odesa êrîş biriye ser navendeke agirkujîyê.
Kîev dîyar dike ku bi şev 31 dron û muşekek hatine sekinandin.
Rûsya dibêje ku ew êrîşan nabe ser navendên sîvîlan, lê kargehên enerjîyê parçeyên binesazîya leşkerî ya Ukrayna ne û hedefên rêwa ne.
Ukrayna, ku jiber êrîşên Rûsya sîstema wê ya enerjîyê qels bûye, jibo sermaya zivistanê hazirî dike.
Jêder: Reuters