Wezîrê Çandê yê Ukrayna Karvekişîna Xwe Ragihand

Wezîrê Çandê yê Ukrayna Oleksandr Tkachenko karvekişîna xwe ragihand.

Tkachenko ji Facebookê dîyar kir ku ew ser alîkarîyên jibo karên çandî yên li Ukrayna şaş hatiye fehm kirin.

‘’Min karvekişîna xwe da serokwezîr, ez ser girîngîya karên çandî yên dema şer şaş hatim fehm kirin. Çand di dema şer de bi qasî dronan girîng in karên çandî mertalên nasname û sînor in," ’’ Tkachenko li ser Facebookê nivîsî.

Berî Tkachenko karvekişîna xwe ragihîne, Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi serokwezîrê welêt Denys Shmyhal re ser guherandina Tkachenko peyivîbû.

Jêder: AFP