Volodin Pêşniyara Qedexekirina ICC li Rûsyayê Dike

Serokê Parlemana Rûsyayê Vyacheslav Volodin

Serokê Parlemana Rûsyayê roja Şemiyê pêşniyara qedexekirina çalakiyên Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) kir piştî ku dadgehê biryara girtina Serok Vladimir Putin bi tawanên cengê da.


Vyacheslav Volodin, hevalbendê Putin, got ku divê qanûnên Rûsî bihêne guherîn da ku her çalakiyeke ICC li Rûsyayê were qedexekirin û her kesê ku alîkarî û piştgirî daye ICC were cezakirin.


Volodin di peyameke Telegramê de got "Pêtivîye ku guhartinek di qanûnê de bête kirin ku her çalakiyeke ICC li ser xaka welatê me dike werin qedexe kirin."


Volodin got ku Amerîka qanûnek derxistiye ku rê li ber dadgehkirina welatiyên xwe ji hêla Dadgeha Tawanan ya Navnetewî ve digire û divê Rûsya jî vî karî bike.


Wî got her alîkarîyek yan piştgirîyek ji bo ICC li nava Rûsyayê bêtê kirin, li gorî qanûnê divêt were cezakirin.


ICC di destpêka vê mehê de fermaneke girtinê derxist ku Putin bi encamdana tawanên şer tawanbar kir ku bi neqanûnî bi sedan zarok ji Ukraynayê dersînor kirine. Dadgehê got eger hene ku em bawer bikin berpirsiyariya tawanên kesane li ser Putin hene .


Karbidestên Rûsî hişyarî dan ku her hewildanek ji bo girtina Putin, rêberê sereke yê Rûsyayê ji sala 1999an ve, dê bibe sedema ragihandina şer li dijî mezintirîn hêza navokî ya cîhanê.


Di biryara yekem ya ICC de ji bo Ukraynayê, ICC ji 24ê Sibata 2022ê vi ve daxwaza girtina Putin kir, bi tawana dersînorkirina neqanûnî ya zarokan û veguhestina neqanûnî ya mirovan ji axa Ukraynayê bo Federasyona Rûsyayê kir.


Kremlin dibêje ku biryara girtinê ya ICC biryarek partîtî (Hizbî) ye, lê bo Rûsyayê bê wate ye. Karbidestên Rûsî tawanên cengê li Ukraynayê red dikin û dibêjin ku Rojava guh nedaye van tiştên ku ew dibêjnê tawanên cengê


Hêzên mezin wek Rûsya, Amerîka û Çîn endamin di ICC de, tevî ku 123 welat di Peymana Romayê de ne, di nav de Brîtanya, Fransa, Almanya û hin komarên Sovyeta berê yên wekî Tacîkistan jî hene.


Ukrayna jî ne endam e di ICC de, her çende Kyiv desthilatdarîya dadgehkirina tawanên ku li ser axa wê hatine kirin daye dadgehê.

Çavkanî: Reuters