Rêvebirîya xwecîhî ya Avdiika ya li rojhilata Ukrayna ragihand ku hejmara sîvîlên li bajêr jiber şer ji 32,000 kesan daketîye 1,800 kesan.
Avdiika ji mehên zivistanê vir ve yek ji armancên serekî yên hêzên Rûsî ye.
Walîyê herêma Donetskê Pavlo Kyrylenko dîyar kir ku hêzên Rûsî Avdiika kirine bajarekî wêran.
Kyrylenko got ku hêzên Rûsî îro Duşemê êrîşeke esmanî birine ser Avdiika û avahîya pirqatî hilweşandiye.
‘’Xweşbextane, ti zîyanên canî çênebûn. Hemî rûniştvanên avahîyê hatibûn derxistin.’’
Kyrylenko got ku sîvîlên li Avdiika mane jiber şer roj bi roj bi şertên dijwartir re rûbirû dimînin.
Serfermandarîya Giştî ya Ukrayna jî bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên Rûsî operasyonên xwe yên li derdora Avdiivka didomînin, lê dîyar kir ku ziyanên mezin li wan dikevin.