Rûsya, Paytexta Ukrayna, Kîevê Bombebaran Dike

Piştî sê heftîyan êrîşên mûşekî yên Rûsî îro Yekşemê li avahiyek niştecihbûnê li Kîevê xistin û ew jî bû sedema banga Ukraynayê ji bo piştgirîya zêdetir ji rêberên G7 ku îro li Almanyayê kom dibin.

Şaredarê bajarî Vitali Klitschko got armanca êrişê "tirsandina Ukraynîyan e" di rojên berî lûtkeya NATOyê ku dê 28 heta 30 Xizîranê li paytextê Îspanyayê Madrîdê cih bigre.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dê hem di civînên G7 û hem jî yên NATOyê de bi rêya înteernetê biaxive.

Li alîyê din ve ajansên nûçeyan yên Rûsî ji zarê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê radigehîne ku ewro Yekşemê Rusyayê çekên pêşkevtî bikar înane ji bo lêdana navendên perwerdehiyê yên artêşa Ukraynayê li herêmên Chernihiv, Zhytomyr û Lviv.

Ewro Yekşemê sere spêdê zû Ukraynayê gotibû ku mûşekên Rûsyayê li paytextê Ukraynayê Kîevê ketine.