Ukrayna: Rûsya bi Kiryarên Xwe Xizmeta Emperyalîzmê Dike

Ukrayna dîyar kir ku Rûsya bi kiryarên xwe yên li welêt xizmeta emperyalîzmê dike.

Wezareta Berevanî ya Ukrayna ji Twitterê da zanîn ku plana Rûsya ya ser bidestxistina başûra welêt û Donbasê emperyalîzm e.

Wê wezaretê dîyar kir ku Rûsya êdî armanca xwe ya emperyalîzmê venaşêre û bi awayekî eşkere wê dibêje.

Jêderên leşkerî yên Ukrayna dîyar dikin ku hêzên Rûsya li seranserê xeta rojihlat êrîşên xwe zêde kirine.

Ew jêder dibêjin ku Rûsya hazirîyê dike ku êrîşê bibe ser Kharkiv yê li başûrê Donbasê.