Hin Karbidestên Payebilind yên Ukraynî jibo Serdanekê li Washingtonê Ne

Wezîrê Bervanî yê Amerîkî Lloyd Austin û hevtayê wî yê Ukraynî Rustem Umerov

Ofîsa Serokomarîya Ukrayna ragihand ku karbidestên payabilind yên welêt îro Înê serdana Washingtonê dikin.

Li gor ragihandina ofîsê di nav karbidestan da Wezîrê Bervanî Rustem Umerov û Wezîrê Aborî Yulia Svyrydenko hene.

Berdevkê Ofîsa Serokomarîya Ukrayna Andriy Yermak ji Telegramê dîyar kir ku ew li Washingtonê danûstandinan didomînin.

Yermak got ku ewê karbidestên wan, ku di nav de rêvebirên leşkerî jî hene, bi nûnerên Amerîkî re danûstandinê bikin.

Wî dîyar kir ku ew jiber hevkarîya hevbendan spadarê wan in.

Konseya NATO û Ukrayna jî pêr Çarşemê piştî êrîşên giran yên Rûsya yên dijî sîvîl û binesazîyan kom bûbû.

Hevbendên NATO ew êrîşên Rûsya şermezar kiribûn û careke din piştrast kiribûn ku ew ser xurtkirina berevanîya Ukrayna bi biryar in.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbeg dîyar kiribû ku Ukrayna her roj bi sekinandina muşekên Rûs gelek kesan ji mirinê difilitîne, lê jibo domdarîya berevanîyê divê Kîev pirtir piştgirî bistîne.

Jêder: Reuters