Ukrayna Dibêje Hêzên Wê Hefteya Çûyî Dîjî Hêzên Deryayî yên Rûsî Êrîşeke Hêzdar Pêk Anî

Ukrayna îro ragihand ku wê hefteya borî dijî navenda giştî ya fermandarîya hêzên Rûsî li Derya Reş êrîşeke mûşekî ya pir hêzdar pêk anîye.

Artêşa Ukrayna îdia kir ku di wê êrîşê de 34 leşkerên Rûsî hatine kuştin ku di nav wan de fermandarê fîloya Derya Reş jî hebû û 105 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevanî ya Rûsya hefteya borî ragihandibû ku di encama êrîşekê de leşkerekî Rûsî hinda bûye, lê zêdetir hirgûlî nedabû.

Jî alîyê din ve, hêza esmanî ya Ukraynî ragihand ku do şev ji 11 mûşekên Kruz û 19 dronên Rûsî ku çêkirina Îranî bûn, ji hêla sîstema wê ya berevanîya esmanî ve hatine lêxistin.

Wezîra Aborî ya Ukraynî Yulia Svyrydenko got ku êrîşa esmanî ya Rûsya ya şevê din li ser herêma başûrê Odesa ya Ukrayna zîyaneke mezin gihandîye binesazîya benderê û hin depoyên genim wêran kirine.

Walîyê herêma Odesa Oleh Kipe jî got ku li avahîyên armanckirî 1 hezar ton genim hebûn.