Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşeke Pir Mezin Kiriye Ser Kîevê

Karbidestên Ukraynî îro Pêncşemê ragihand ku di encama êrîşa herî mezin ya Rûsî ya çend hefteyên borî de herî kêm 17 kes birîndar bûn û zîyan gihîşt dibistan, avahîyên sivîlan û dezgehên pîşesazî.

Fermandarîya Hêza Esmanî ya Ukraynî got ku sîstema wê ya berevanîya wê hemû mûşekên ku ji Rûsyayê ber bi paytext Kîevê hatin avêtin, anîne xwarê.

Rêvebirên bajar û herêmê ragihann ku herî kêm 13 kes li deverên cuda yên Kîevê û 4 kesên din jî li herêma derdora wê birîndar bûne.

Karbidestên bajarê Kîevê ragihand ku di nav 4 birîdarên ku ji nexweşxanwyê re hatine rakirin de keçeke 11 salî jî heye.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hefteya borî Kîev bi êrîşên têkbirina hilbijartinên seroktîyê tawanbar kiribû ku her şeş salan carekê tê darxistin.

Putin gotibş ku ewê Ukrayna jiber wan êrîşan ceza bkin.

Rûsya, ku red dike ew di êrîşên xwe de sivîlan dike armanc, di 24'ê Sibata 2022'an de Ukraynayê dagir kiribû û bi hezaran mûşek û firokên bêmirov avêtine axa Ukraynî û bi sedan sivîl kuştine.