Kîev Dibêje Rûsya Hêzên Xwe li Nêzî Bakurê Kharkivê Zêdetir Dike

Zelenskyy û General Oleksandr Syrskyi

Fermandarê payebilind yê Ukraynî General Oleksandr Syrskyi îro Pêncşemê got ku Rûsya hêzên xwe li nêzîkî alîyê bakur ya herêma Kharkivê zêdetir dike, lê hîn hejmara wan leşkeran bi têra xwe leşkerên wê tunene ku dest bi operasyoneke mezin bikin.

Syrskyi bi bîr xist ku hêzên Rûsî di serî vê mehê de li wê herêmê dest bi operasyonekê kiribû.

Ukrayna dibêje ku rewşa enîya li bakurê rojhilata Kharkovê niha aram e, piştî ku hêzên Rûsî di 10ê Gulanê de dest bi êrîşeke ser sînor kiribû û di şerê 27 mehî de enîyeke nû vekiribû û şer berfirehtir kiribû.

General Syrskyi got ku Rûsya bi berdewamî hêzên nû ji deverên din û ji bingehên hîndarîyê dişîne herêmê ku bi du xetên serekî êrîş bibe ser bakurê Kharkiv bişîne.

Artêşa Ukraynî ragihand ku hêzên wê bi domdarî li ser bihêzkirina hêlên xwe yên berevanîyê dixebitin û êrîşeke Rûsî ya li nêzî gundê Starytsia îro têk birin.

Berdevkê hêza Zerevanîya Netewî Ruslan Muzychuk got di roja borî de li herêma Kharkovê pêşveçûna hêzên Rûsî nehate dîtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rûsya piranîya hêzên xwe yên êrîşkar li rojhilata Ukrayna civandine, ku leşkerên wê ji dema girtina bajarokê Avdiivka li herêma Donetsk ya di meha Sibatê de hêdî hêdî pêşve diçin.

Jêder: Reuters