Ukrayna Dibêje Hêzên Wê 24 Dronên Rûsî Xistine

Leşkerekî Ukraynî sîlaheke antî-dron diceribêne (Gulan 28, 2024)

Artêşa Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên wê bi şev li herêmên cuda 24 dronên Rûsya xistine.

Artêşa Ukrayna dîyar kir ku Rûsya ew dron jibo êrîşan firandine ser Dnipropetrovsk, Kharkiv, Kirovohrad, Poltava, Sumy û Vinnytsia.

Walîyê Dnipropetrovskê Serhiy Lysak ji Telegramê dîyar kir ku di êrîşên hêzên Rûsî de 2 kes birîndar bûne û hin malan zarar dîtine.

Karbidestên li Kharkivê jî dîyar dikin ku zîyan gihiştiye binesazîya sîvîl.

Rêvebirên li Belgorod ya Rûsya, ku herêmeke li hember Kharkivê ye, îro Duşemê radigihînin ku di êrîşên Ukrayna de 1 kes birîndar bûye û 4 avahîyan jî zarar dîtine.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ji Telegramê got ku dronên Ukrayna bi êrîşên li Ilek-Penkovka du mal şewitandina û zarar dane maleke din.

Jêder: VOA