Ukrayna Dibêje Hêzên Wê bi Şev 60 Dronên Rûsya Pûç Kirine

Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Rûsya bi şev bi 74 dron û 3 muşekan êrîş birine ser welêt, lê berevanîya wê ya esmanî 60 ji wan dronan pûç kirine.

Li gor ragihandina artêşê, hêzên Rûsî êrîş birine ser Dnipropetrovsk, Donetsk, Kharkiv, Kherson, Kirovohrad, Kyiv, Poltava û Sumyê.

Karbidestên Kîevê dibêjiin ku paytexta welêt di 4 rojan de 3 caran bi êrîşên dronî re rûbirû maye.

Serokê Rêvebirîya Leşkerî ya Kîevê Serhiy Popko ji Telegramê ragihand ku alarmên bajêr bi qasî 6 saetan lêketine û ji dronan ti negihiştiye armanca xwe.

Popko dîyar kir ku enqazên dronanan li 3 herêmên Kîevê ketine, lê ti kuştin ranegihand.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak jî da zanîn ku berevanîya esmên 5 dron xistine.

Lysak got ku Rûsya bi topan jî êrîş birine ser herêmê û got ku di encamê de postexane, katedral û xetên elektrîkê zarar dîtine.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Pêncşemê berî civîna wezîrên derve yên YE’ê ji rojnamevanan re ûeyîvî.

Kuleba got ew ji hevbendên çek dane Kîevê dixwazin ku jibo ew êrîşan bibin ser hedefên rêwa yên leşkerî yên li Rûsya destûra karanîna çekan bidin.

“Armanca me ya serekî êrîşên dijî firîngehên Rûsya ne ku hêzên Rûsî wan jibo êrîşên dijî hêzên Ukrayna û binesazîya wê bi kar tînin. Ger muşekên hewce û destûra karanîna wan bidin, emê kanîna Rûsya ya zarardayîna li binesazîya krîtîk di asteke girîng de kêm bikin û emê rewşa hêzên xwe yên li qadê pêşve bibin.’’

Kuleba gazinca xwe ji hevbendên Rojavayî bilind kir ku divê dema di navbera sozên ser alîkarîyan û şandina wan de kêm be.


Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borell ji rojnamevanan re got ku ewê jibo endamên yekîtîyê sozên xwe bi cîh binin zextê bikin û hewil bidin ku jibo Ukrayna zêdetir alîkarî werin şandin.

Borell got bi awayekî eşkere xuya dibe ku hêzên Ukraynî yên bi çekên hewce xêncî berevanîyê, dikarin dagirkerîyê pûç bikin û rewşa şer biguherînin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku li Belgorod, Bryansk û li Nîvgirava Qirim ya ji alîyê hêzên Rûsî ve dagirkirî 6 dronên Ukrayna hatine xistin.

Wezaretê da zanîn ku droneke deryayî ya jibo êrîşê berê xwe daye Qirimê jî hatiye pûç kirin.

Jêder: VOA