Ukrayna ji Welatên Rojavayî Roketên MLRS Dixwaze

Dmytro Kuleba li Brukselê (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Çarşemê bang li dewletên Rojavayî kir ku demûdest sîstemên roketan yên pêşketî, ku wek MLRS tê zanîn, bişîne wan.

Kuleba got ku rewşa li herêma Donbas ya rojhilatê pir xirab e û roketên MLRS dikare bibe alîkar ku ew cîhên wek bajarê Xerson ya li başûrê welêt ji destê dagirkerên Rûs derxînin.

Kuleba, ku jibo Foruma Ekonomî ya Cîhanê li bajarê Davos ya Swîsre ye, got ku wî bi rêberên 10 dewletîn ku xwedîyê MLRS ne, peyîvîye.

“Divê Washington soza xwe bi cîh bîne û demûdest roketên MLRS bide me. Piştî wê, dewletên din jî heman tiştî bikin,” Kuleba got.

Wî hişyarî da ku ger ew di demeke pir kin de wan roketan wernegirin, rewşa Donbasê wê hîn xirabtir be.

“Her rojak u hinekan li Washington, Berlîn, Parîs û paytextên din rûdinin û difirkrin ku çi bikin, em canê xwe hinda dikin, axa xwe xwe hinda dikin,” Kuleba got.