Ukrayna Dibêje Peşveçûna Hêzên Wê li Devera Kursk ya Rûsya Didome

Hêzên Ukraynî li nava axa Rûsya

Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku êrîşa wê ya herî mezin ya li nava axa Rûsyayê de 74 wargehên devera Kursk ketine bin kontrola hêzên wê.

Artêşa Ukraynî da zanîn ku hêzên wê di nava 24 saetên dawî de ji yek heta sê kîlometre di nava axa Rûsî de pêşve çûne.

Ukrayna hefteya borî Moskova matmayî hiştibû û bi hezaran leşker şandibûn devera Kursk ya rojavayê Rûsyayê û ji sala 2022an vir ve destketinên herî mezin yên leşkerî bi dest xistibûn.

Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiy gotibû ku di operasyonên wan de jimareke leşkerên Rûsî dîl hatibûn girtin ku ewê di siberojê de di pevguhertinê de werin karanîn.

"Tevî şerên gur û dijwar, hêzên me yên li devera Kurskê pêşveçûna xwe didomînin û dîlên destê me zêde dibin û 74 wargeh ketine bin kontrola me,” Zelenskiy gotibû.

Lê, Sererkanê Rûsî Apti Alaudinov got ku pêşveçûna leşkerên Ukraynî hatine sekinandin û Wezareta Bertevanî ya Rûsî jî got ku hêzên wê êrîşên li ser gundên 26-28 km dûrî sînor pûç kirine.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî Ukrayna tawanbar kir ku alîkarî ji xwedîyên xwe yên Rojavayî distîne û soz da ku hêzên wan wê bi bersîvdaneke xurt li hêzên Ukraynî bidin.