Ukrayna Dibêje Ewê Firokên F-16 Hezîran-Tîrmehê Bistîne

Karbidestekî payabilind yê Ukraynî îro Înê ragihand ku çaverê ye Kîev firokên F-16 yên hevbendên Rojavayî mehên Hezîran-Tîrmehê bistîne.

Ukrayna jibo rê li ber pêşketina Rûsya ya li esmên bigire firokên F-16 yên çêkirina Amerîka dixwaze.

Wî karbidestî eşkere nekir ku wê kîjan dewletê Rojavayî firokan bide Ukrayna.

Heta niha Danîmarka, Holanda, Norweç û Belçîka piştrast kirine ku ewê firokên F-16 bidin Kîevê.

Berdevika Hêzên Esmanî yên Ukrayna Illya Yevlash vê hefteyê dîyar kiribû ku hin pîlotên Ukraynî perwerdeya jibo karanîna firokên cengê temam kirine.

Pilot û hin xebatkarên din yên firînê bi mehan e ji alîyê hevbendên Rojavayî ve tên perwerde kirin.

Artêşa Ukrayna piştî Rûsya, Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina welêt kir neçar ma ku xwe bispêre firokên ji dema Sovyetê mane.

Hêzên Rûsî li Donbas ya li rojhilata Ukrayna hêdî hêdî pêşve diçin û Kîev sitandina firokan wek pêdivîyeke krîtîk dibîne.

Jêder: AP