Rûsyayê ragihand ku droneke Ukraynî êrîş biriye ser navenda elektrîkê ya herêma Bryansk ya li ser sînor.
Walîyê Bryanaskê Alexander Bogomaz got ku jiber êrîşê elektrîkê herêma bo çend saetan qutkirî maye.
Bogomaz dîyar kir ku di encama êrîşa dronî de navendeke elektrîkê zarar dîtîye û ew kêşe piştî 12 saetan çareser bûye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wê nekarîyê vê agahîyê bi awayekî serbixwe piştrast bike.
Rûsya di demên dawî de bi dron û muşekan êrîşan dibe ser binesazîyên bajarên Ukraynî.
Karbidestên Ukraynî dibêjin ku Rûsya dixwaze bo jîyana sîvîlan dijwarîyan çêke.
Kremlînê di rojên borî de gotibû ku ger Ukrayna naxwaze welatîyên wê di rewşeke dijwar de bimînîn, divê ew li gor daxwazên Moskowê tevbigere.
Jêder: Reuters