Ukrayna bi Muşekên ATACMS yên Amerîkî Êrîşî Nava Axa Rûsya Kir

Ceribandineke muşekên ATACMS (Arşîv)

Ajansa Reuters ragihand ku Ukrayna, piştî destûrdayîna rêvebirîya Biden ya bikaranîna muşekên dûravêj yên Amerîkî, îro Sêşemê bi muşekên ATACMS yên Amerîkî êrîşî nava axa Rûsyayê kir.

Ukrayna got ku hêzên wê depoyeke Rûsan ya nêzî 110 kîlometre li hindurê axa Rûsya xist û jimareke peqîn li wir qewimîn.

Artêşa Ukraynî eşkere eşkere nekir ku çi cure çek hatiye xebitandin, lê jêderekî fermî ya Ukrayn û karbidestekî Amerîkî paşê piştrast kir ku muçeka ATACMS hatiye xebitandin.

Rûsya dibêje ku got ku hêzên wê pênc ji şeş muşekan gêr kirine ku li navendeke leşkerî li herêma Bryansk hatin avêtin.

Bermahîyên yek ji wan muşekan li navenda bajêr ketine û bûne sedema şewatekê lê ew bi lezûbezî hatiye vemirandin û ti zîyan çênebûne.

Serok Joe Biden vê hefteyê erê kir ku Ukrayna bikaribe jibo êrîşên li nava kûrahîya axa Rûsyayê ATACMS û muşekên dûravêj yên Amerîkî bi kar bîne.

Êrîşa Ukraynî di vê demê de tê ku li ser destpêbûna şerê bi Rûsya 1,000 roj derbaz bûne û Kîev bi leşkerên westîyayî li enîyê, di bin dorpêça esmanî de, yek ji pênc para axa wê di destê Moskowê de ye û serketina Trump ya hilbijartinê gumanên ser siberoja piştgirîya Rojavayî kûrtir kirne.

Pisporên leşkerî dibêjin ku karanîna muşekên Amerîkî jibo êrîşkirina ser çeperên li kûrahîya axa Rûsyayê dikare alîkarîya Ukrayna bike ku axa Rûsî ya bin kontrola xwe di destê xwe de bihêle, lê ne pêkan e ku bandorek dîyarker li ser qada şer bike.

Moskow dibêje ku xebitandina çekên bi vî rengî bê piştgirîrya pisporî ya Amerîkîyan ne pêkan e, loma bikaranîna wan tê wateya beşdarbûna rasrerast ya Washingtonê ya di vî şerî de ye.