Brîtanya Dibêje Hejmarek Welatiyêm Brîtanî Li Afganistanê Hatine Girtin

Hikûmeta Brîtanya roja Şemiyê ragihand ku hejmarek welatiyên Brîtanî li Afghanistanê hatine girtin û wan ev babet li gel desthilatdarên wî welatî gotûbêj kiriye.

Axaftina wezareta derve ya Brîtanyayê li gel ajansa Fgrensî ya nûçeyan tê rojekê piştî ku Talîbanê du rojnamevanên biyanî azad kirin, ku yek ji wan peyamnêrê berê yê BBC bû.

Wezaretê , bê ku agahiyên berferehtir bide dibêje,”Em piştgiriya malbatên hejmarek kesên Brîtanî dikin ku li Afghanistanê hatine girtin.”

Ew her wiha dibêje,” Berpirsên Brîtanî di her derfetekê de ev babet bi Talîbanê re gotûbêj kiriye, û di vê heftê de jî şandeka wan çûye Kabulê.”

Destpêka vê hefteyê, şandeke Brîtanî bi seroktiya Hugo Shorter, serokê erka Brîtanya li Afghanistanê ku bingeh li Qeterê ye, serdana Kabulê kir ji bo goftûgoyên li gel wezîrê derve yê hikûmeta Talîbanê.

Roja Înê dezgehên medyayî yên welatên Rojava ragihand ku herî kêm şeş welatiyên Brîtanî li Afghanistanê hatine girtin, di nav de jî Andrew North, peyamnêrê kenala BBC ku piştre hate azadkirin.

Berpirsên Talîbanê bersiva Ajansa Frensî ya Nûçeyan li dor vê yekê neda.

Jêder: AFP