Brîtanya Rapora li Ser Fermandarên Rûsî Radigehîne

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanya îro Yekşemê di raporta xwe ya îstixbaratî ya rojane de derbarê Ukraynayê de got ku "çend fermandarên payebilind yên leşkerî yên Rûsî ji kar hatine dûrxistin ji destpêka dagirkirinê di Reşema 2022an êreve."

Di raporê de hat gotin, "Ev jikarhavêtin nimûneyeke tawanbarkirina fermandarên payebilind yên leşkerî yên Rûsyayê ye ji ber têkçûna armancên Rûsyayê li qada şer. Ev yek hewldanek e ku serkirdayetiya payebilind ya Rûsî ji tawananên neserkevtinê dûr biêxe."

Li alîyê din ve şer û teqînên giran roja Şemiyê ji aliyê desthilatdaran ve li herêma Xerson ya başûrê Ukraynayê hatin ragihandin.

Di 24 demjimêrên borî de hêzên Ukraynayê êrîşî neh cihan kirine, di nav de depoyeke cebilxaneyê li herêma Xersonê heye, û hêzên Ukraynayê alavên leşkerî yên ku wan ji Rûsyayê desteser kiribûn bikarînane.

Rûsya berdewamî binesaziya enerjîyê û avê ya welatî dike armanc, ku tê ragihandin 30% heta 40% sîstema wê ya enerjiyê wêran kirîye, û ew jî dibe sedema şepirzeyan û têkçûna tora elektrîkê ya herêmê.