Johnson Banga Yekbûneke Rojavayî Li Dijî Rûsyayê Dike

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Şemiyê di gotarekê de li Almanya, daxwaza Rojava kir ku yekgirtî bin derbarê gefên Rûsya li ser Ukraynayê, û hişyarî da ku her êrîşek dê şokê li seranserê cîhanê, di nav de jî Asyayê peyda bike.

Di konferansa ewlekariyê ya Munich de got, çalakiya leşkerî ya Rûsya li dijî Ukrayna, dê cizayan pitir bike û bibe eger ku wê nepêkan bike ku Moskow xwe bigihîne bazirganîyên kûr ên bajarê London.

Johnson gote serok û wezîrên ku di konferansa payebilind de beşdar bûn ku Rûsya boykot bikin û "Divê em li dijî wê gefê bibin yek, divê em bê guman nebin ku metirsî heye,"

Wî got:

"Ger Ukrayna were dagîrkirin, dê şok li seranserê cîhanê deng vede, herwisa wî hoşyarî da bi taybetî ji bandorên wê li ser Taywan, demek kurt piştî ku wezîrê derve yê Çînê Wang Yi di konferansê de axivî.

Wî got ku serkeftina Rûsya di êrîşeke wiha de dê peyamekê ji her hêzeke din re bişîne ku "dijminahî kar dike û zordarî tiştekî rast e"

Johnson ji Ewrupayê xwest ku pabend be bi xweragitineke stratîjîk di siyaseta xwe ya enerjî, dîplomasî û bûdceyên serbazî de.

Jêder: Reuters