Brîtanya Wê Dijî Îranê Toleyan Bidomîne

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly îro Duşemê dîyar kir ku ewê jiber kiryarên Îranê yan nayê qebûl kirin toleyên dijî Tehranê bidomînin.

Cleverly da zanîn ku karê wan ya serekî astengkirina çekên navokî yên Îranê ne, lê ew dê dijî kiryarên din yên Tehranê jî hin gavan biavêjin.

Wî ser kiryarên nayên qebûlkirin behsa dronan kir ku Îranê dane Rûsya.

Îran bi tedbîrên tund yên dijî xwenîşanderan jî di rojeva cîhanê de ye.

Wezîrê Brîtanî da zanîn ku ew dê bi toleyan berê Îranê bidin asteke baştir