Geşepêdana Hunerî li Uganda Bala Mezadgehên Hunerî li Cîhanê Dikşîne

Uganda Vibrant Art Scene

Di demên dawî de pêşketin û geşepêdanek berçav di hunerê de li Uganda dibe, ev welatê Afrîqî ku bi salan paştguh mabû, û hêdî hêdî çavê bazara hunerî lê vedibe û derbasî mezadgehên cîhanî dibe.

Peykersaz Lilian Nabulime yek ji wan hunermenda ye ku tîne bîra xwe bê di salên 90an da çawa zor û zehmetiyên wan hebûn wekû hunermend ku berhemên xwe nîşan bidin li Kampala paytext ku bi tenê galîriyek hunerê lê hebû, lê nuha 6 galîrî lê vebûne û dergeh li ber hunermendan vebûye .

Nabulime, di pêşangeha xwe ya nû de, pirsên balkêş dide ber çavan û pêşketin û nûjeniya berhmên hunera Afrîqî jî nîşan dide.

Ew geşbîne bi van gavên pêşveçûnê ji bo ku hunera Afrîqî têkeve mezadgehên cîhanî û bal bê kişandin ser berhemên Afrîqî bi teknîk û şêwaz û mijarên xwe jî.

Uganda Vibrant Art Scene

Du hunermendên Afrîqî karîbûn derbasê mezadgehên cîhanî bibin û navdar bibin, yek ji wan Aboudia, şêwkarê Ivorî ku di sala 2022an de hunermendê di serê lîsta firotina berhemênan de bû li cîhanê li gorî Hiscox Artist Top 100, û ya din jî Julie Mehretu, hunemenda Ethyûpî ye ku berhemek wê bi 10.7 milyon dolar di mezatekê de hate firotin.

Di sala 2022an de, komek biçûk ji hezkiriyê hunerê li Uganda hate damezrandin da ku piştgiriya hunerê li wir bike û hunerê derbasî nav bazirganiyê bike da ku geşbîniyek ji paşeroja hunerî li vî welatî derkeve pêş.

Jêder: AP