Qanûndanerekî Amerîkî dibêje, piştevanî ji Kongresê re xurtir dibe ku toleyên aborî yên ser Kubayê rake.
Senatorê eyaleta New Mexico Tom Udall ê Demokrat îro li Havana ew şîrove kirin. Wî got, hem Demokrat, hem jî Komarî piştgirîya xwe jibo çend pêşnîyarên bi Kuba peywendîyar dîyar dikin.
Udall da zanîn ku rakirina qedexeya rêwîtîyê ji Kuba re û rêdana têkîlîyên aborî, teknolojî û çandinî ligel wî welatî jî nav wan pêşnîyaran de ne.
Serok Obama bang li Kongresa bin kontrola Komarîyan kiribû ku ambargoya ser Koba rake. Hêjayî bîrxistinê ye, ew ambargo di sala 1959’an de hatibû danan, dema Fidel Castro yê hevalbendê Yekîtîya Sovyetê ya berê hatibû ser desthilatê.