Komcivîna Navnetewî ya Rêvebirîya Xweser li Amûdê Destpê Kir

Bi armanca geşkirina salvegera 10'an ya Şoreşa Rojava, îro Sêşemê 19'ê Tîrmehê li bajarê Amûdê komcivîneke navnetewî li dar ket.

Komcivîn bi pêşengîya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk û bi beşdarîya hin kesitîyên bîyanî bi rê ve çû.

Endamê komîteya amadekar, Taha Xelîl ji Dengê Amerîka re got ku ew dixwazin bi rêya vê komcivînê destketin û astengîyên Rêvebirîya Xweser gotûbêj bikin û nerînên beşdaran derbarê pêşeroja rêvebirîyê bigirin.

Di komcivînê de sê rûniştin hatin lidarxistin: rûniştina yekê li ser damezirandina Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, rûniştina duyê bi navê Rêvebirîya Xweser a Demokratîk wek nimûne jibo Sûrîyê û rûniştina sêyê jî li ser astengîyên li pêş Rêvebirîya Xweser.

Di komxebatê de hejmareke ji sîyasetvan, nivîskar, rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilata Sûrîyê û kesitî û berpirsên bîyanî yên wek wezîrê berê yê Fransî Bernard Kouchner, bizavkara azadîya olî, Nadine Meanza û nivîskar û pisporê karûbarên Kurdî Patrice Franceschz beşdar bûn.

Komxebat armanc dike ku bi hejmareke pêşnîyarên girêdayî piştgirîya Rêvebirîya Xweser û parastina wê ji alîyê hêzên navdewletî bigire.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev panela navdewletî di vê demê de pêk tê ku herêmên Kurdên Sûrîyê di bin gefa operasyoneke leşkerî ya Tirkîyê de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_07_19_2022_Komcivîna_Navnetewî