Îran: Du Endamên Ewlehiyê Di Xwenîşandanên Şevê Da Hatine Kuştin

Protestoyên xelkê nerazî li herêma Javanrud li (Kermanshah) Kermanşah

Medyaya dewletê roja Yekşemê ragihand ku du endamên hêzên ewlehîyê yên Îranê hatine kuştin di xwepêşandanên li ser kuştina Mahsa Emînî de.

Pêleke nerazîbûnan Îranê dihejîne piştî kuştina jina Kurd ya 22 salî di 16ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqî ve li Tehranê bi tawana binpêkirina qanûna tund ya cil û bergên jinan li Îranê.

Tundûtûjiya kolanan bû sedema mirina bi dehan kesan ku piraniya wan xwepêşander in lê endamên hêzên ewlehiyê jî hene.

Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA ragihand ku endamekî ji hêza Besîc şeva Şemiyê hatîye kuştin "piştî derbeyek giran li serê wî kevtî di êrîşeke çekdarî ya girseya tûre bûyî" li başûrê paytextî.

Besîc milîşeyên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ne, ku baskê îdeolojîk yê artêşa Îranê ye.

Ajansê amaje bi wê yekê jî kir, ku roja Şemiyê jî di dema xwepêşandanên Senandajê, navenda parêzgeha Kurdistanê de, endamekî pasdaran hatîye kuştin.

Li gorî medyaya xwecihî, hejmara hêzên ewlehiyê yên ku di xwepêşandanên zêdetirî sê hefteyan da hatine kuştin, gihîştiye herî kêm 14 kesan.

Ajansa nûçeyan ya Fars di 27ê Îlonê de gotibû ku "nêzîkî 60" kesan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, ku ji wê demê êreve ew hêjmar nehatiye nûkirin.

Hat ragihandin ku roja Şemiyê li bajarên cuda, Tehran û Sanandajê jî xwepêşandan hatine lidarxistin.

Ajansa nûçeyan IRNA ragihand ku "Hêzên polîsan gaza rondikrêj bikar înane ji bo belavkirina girseya gel li dehan cihên li Tehranê,", û got ku xwepêşanderan "duruşm havêtin û agir berdan û ziyan gihandin mal û milkên giştî, di nav da xaleka polîsan jî hebû".

Li gorî ajansê, xwepêşandanên bi heman rengî li hejmarek bajarên din li welatî hatin lidarxistin û xwepêşanderan molotof havêtin mizgeftan, navendên Besîc û ofîsên melayan.

Di pêşveçûnek din da, li gor ajansa nûçeyan ya Reutersê xwendekarên jin li Tehranê dirûşma "winda bibe, pêş çavên me here" havêtin dema ku Serokê Îranê Ebrahîm Raîsî roja Şemiyê serdana kampusa zanîngeha wan kirî li Zanîngeha Elzehra li Tehranê û xwepêşanderên ku ji ber mirina Jîna Emîni di girtîgehê de tûre bûne şermezar kirî.