Malpera nûçeyan Semaforê ragihand ku Twitter hazirî dike ku li dijî Threads ya Meta Platformsê dozekê veke.
Semaforê ew agahî ser nameyekê ragihand ku parêzerê Twitterê Alex Spiro ji CEO’yê Meta Platforms’ê Mark Zuckererg re şandiye.
Li gor nûçeya Semaforê, Spiro di nameyê de Meta ser şixulandina xebatkarên berê yên Twitterê tawanbar kiriye.
Spiro gotiye ku Twitter berevanîya mafên xwe yên milkê dike û ji Meta dixwaze ku demûdest karanîna sirên bazirganî yên Twitterê berde.
Berdevkê Meta Andy Stone jî ji Twitterê ragihand ku di tîma endezyar ya Thredsê de ti xebatkerekî berê yê Twitterê tune.
Xwedîyê Twitterê Elon Musk jî ji Twitterê ragihand ku rikeberî rind e, li kopîkirin ne baş e.
Threads bi rûyê xwe yê dişibe Twitterê balê dikişîne.
Heta niha pirtir ji 30 mîlyon karîner ketine platforma Threadsê.
Jêder: Twitter, Reuters