Du Rojnamevan li Nêzîkî Paytexta Ukraynayê Asê Mane

Hinek rojnamevan li paytexta Ukraynayê, Kîev. Adar 6, 2022.

Peyamnêrekî televizyonê û wênegirê ligel wî li bajarokekî nêzîkî Kîev paytexta Ukraynayê asê mane, li vê dema ku şer û pevçûn di navbera hêzên Rûsî û yên Ukraynî zêde dibin.

Ednan Can û Hebîb Demîrcî ligel televîzyona Araby dixebitin ku bingeha wê li Londonê ye.

Ew ji roja Şemîyê ve li bajarokê Iprin yê bakurê Kîevê asê mane piştî ku trimbêla wan rastî êrîşeke rasterast ya artêşa Rûsî hat.

Can û Demîrcî di weşaneke zindî ya televizyona xwe de do Yekşemê got ku ew jiber berdewamîya şerê giran hîn jî li wî bajarokî asê mane.

“Me Şemîyê bi şev li malekê qedand ku ew jî nikarin ji vir derkevin,” Can di weşanê de got.

Her du rojnamevan niha li stargehekê li Irpinê ligel bi sedan ji welatîyên Ukraynî dimînin.

Motaz el Qeysîye, edîtorê beşê peyamnêran li Araby TV, dibêje her du hevkarên wî hîn jî li wê deverê asê ne.

“Ew nikarin ji wir derkevin jiber ku hêzên Rûsî hewl didin ku Irpinê kontrol bikin û hêzên Ukraynayê jî dixwazin rê li ber pêşketina wan bigirin,” el Qeysîye ji Dengê Amerîka re got.

Ji dema ku dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê li 24ê Sibatê destpê kiriye, gelek rojnamevan rastî êrîşên artêşa Rûsyayê hatine.

Hefteya borî, êrîşeke esmanî ya Rûs li birca televizyonekê li Kîevê da û di encamê de karmendekî wî televizyonê hate kuştin. Berê wê jî, du rojnamevanên rojnameyeke Danîmarkî hatin derxistin piştî ku li dema ku rastî êrîşekê hatin.

El Qeysîye got ku televizyonê hefteya borî biryar da ku karmendên xwe ji Kîevê derxîne, “lê Endan û Hebîb xwest ku bimînin û şopandina şer ji wir bidomînin.”

“Çar rojnamevanên me yên din çûn bajarê Lvivê li rojavaya Ukraynayê û niha ji wir şopandina xwe didomînin,” wî got.

El Qeysîye herwiha got ku wan peywendî ligel hemû alîyên peywendîdar kiriye û rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) derbarê rewşa her du rojnamevanan agahdar kiriye.

Li gor RSF, dora 1,000 rojnamevan û peyamnêr çûne Ukraynayê da ku ji nêzîk ve şerê li wir bişopînin