Donald Tusk Ser Peywendîyên Ewrupa û Amerîka Geşbîn E

Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk got ku piştî hevdîtina wî ya ligel Serokê Amerîka Donald Trump, ew li ser peywendîyên Ewrupa û Amerîka pirtir geşbîn e.

Tusk li Bratîslava ya paytaxta Slovakya da zanîn ku geşbînîya wî li paş hilêbijartinên Mijdara borî xurtir buye.

“Tiştê ku ez bê guman piştrast im ew e ku tevî hin reftar û daxuyanîyên neçaverekirî, hevkarên me yên di nav G7 de, ji nerînên piştî hilbijartinên Amerîkî yên meha Mijdarê xwedîyê helesteke pirtir berpirsane ne.