Serokê Yekîtîya Ewrupa Tusk Bo Kêşeya Penaberan Diçe Tirkîyê

Serokê Yekîtîya Ewrupa Donald Tusk, berî hilvicîna krîtîk ya li Brukselê, di nav vê hefteyê de wê serdana Tirkîyê bike ku li ser krîza penaberan hevdîtinan bike.

Ofîsa Tusk ragihand ku ewê roja Pêncşemê ligel Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu û roja Înê jî bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Serdan wek bingeha hilcivîna Brukselê ya 7ê Adarê tê dîtin ku Davutoglu û lîderên 28 welatên endam jibo gotubêjkirina krîza penaberên kom dibin.

Li gor pêşnîyara Yekîtîya Ewrupa, 3.2 mîlyar dolar alîkarîya diravî ji Tirkîyê re bê dayîn ku rê li ber hatina penaberan ji welatên Ewrupî re bigire.