Rojnamevana Sedef Kabaş jiber gotinên xwe yên li hemberî Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan hat desteser kirin û ji alîyê dadgeheke Stenbolê ve bi tawana “Heqaret li serok kiriye” hat girtin.
Dadgehê herwiha jibo sedema biryara girtina Kabaş dîyar kir ku, "gumaneke mezin a revîn û veşartina" wê heye.
Di derheqa Kabaş de bi tawana “Heqaret li serok kiriye” lêpirsîn hatibû vekirin û do nîvê şeve ji mala xwe ya li taxa Uskudar a Stenbolê hate desteser kirin.
Di darizandinê de Kabaş tawana dijî xwe red kir û destnîşan kir ku di gotinên wê de mebest ne heqaret kirine û wê xwest ku ew were berdan.
Parêzerê Kabaş Ugur Poyraz jî piştî biryara girtina Kabaş bertek nîşan da û anî ziman ku girtina Kabaş dijî azadîya xwe îfadekirinê ye.
“Li gor Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) Madeya 299’an ya makezagona Tirkîyê dijî hiqûqê ye. Li gor vê yekê tê gotin ku hiqûq jibo serok û gel divê wekhev were bikaranîn. Eger dosya di nava du kesan de were dîtin lihevhatin derkeve, dosya tê girtin. Lê heta niha jî madeya 299’an tê bikaranîn û ev dijî makezagona Tirkîyê ye jî.
Ji alîyekî din ve jî, Wezîrê Dadê yê Tirkîye Abdulhamît Gul berîya girtina Kabaş dijî wê gotibû ku “Ez van gotinên gemar û bê edeb yên dijî Serokomarê ku bi dengên gel hatiye hilbijartin şermezar dikim. Ev gotinên bêsînor û neqanûnî yên çavnebarî, wê bersiva xwe di wîjdana gel û li ber edaletê bibîne.”
Parêzer Poyraz di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê Gul jî û wî anî ziman ku hiqûq dibin bandora sîyasetê de gavan davêje û wî dîyar kir ku ewê roja Duşem’ê îtîrazî biryara girtina Kabaş bike.
“Ez hêvî dikim ku dadgeha ku vê biryarê binirxîne di bin bandora sîyasetê de nemîne û li gor hiqûq û ECHR’ê biryara berdana Kabaş bide. Lê dadgehên ku evqas dibin bandora sîyasetê de ne ez nizanim gelo wê biryara berdanê bide an na,” Wî got.
Your browser doesn’t support HTML5