Karsazê Tirk Korkmaz ji Austuryayê Radestî Amerîka Hat Kirin

Sezgin Baran Korkmaz

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand, karsazekî Tirk ku ji ber tawanên spîkirina pereyan, sextekarîyê û tawanên astengkirinê dihat xwestin, roja Înê ji Austuryayê hate radestkirin bo Amerîkayê.

Sezgîn Baran Korkmaz ji aliyê efserên Amerîkayê ve hat şandin bo Utahê, ku li vê derê doz dijî wî hatîye vekirin jiber spîkirina zêdetirî 133 mîlyon dolaran bi rêya hesabên bankêyan ku ew control dike li Tirkîyê û Luxemburgê

Korkmaz di Hezîrana sala borî de li Awûstûryayê hatibû girtin û li dijî radestkirina bo Amerîkayê bû û dixwast li Tirkîyê bihêt darizandin jiber tawanên spîkirina pereyan û sextekarîyê.

Li gorî îdianameya Amerîkayê, Korkmaz û hevkarên wî tevlî plana lêbandina Xezîneya Amerîkayê bûne bi îddîayên tomarkirina nerast ji bo zêdetirî 1 milyar dolar krediya bacê ku tê îdiakirin ji bo hilberîn û firotina biyodieselê ji alîyê kompanîya wan Washakie Renewable Energy LLC ve.