Hikûmeta Tirkîyê Careke Din Daxwaza Dirêjkirina Rewşa Awarte ji Parlemanê Dike

Hikûmeta Tirkîyê îro Duşemê daxwaz ji parlemanê kir ku rewşa awarte li welêt sê mehên din dirêj bike, tevî ku hewila darbeya leşkerî saleke berê qewimîbû.

Daxuyanîya ofîsa Serokwezîr Bînalî Yildirim ragihand ku kabîne xwestiye ku ji Çarşemê pê ve sê mehên din were dirêj kirin.

Çaverê ye ku daxwaza hikûmetê ji alîyê piranîya qanûndanêrên partîya desthildar, AKP ve were pejirandin.

Piştî hewila darbeya têkçûyî ya sala borî, di ooperasyonên hikûmetê de pirtir ji 50,000 kes heta niha hatine girtin û 150,000 kes ji kar hatin dûrxistin.

Hikûmet dibêje ku operasyonên berdewam û gavên ku hatine avêtin, pêdivî ye ne ew bikare rê li ber darbeyeke nû bigire û ewlehîya welêt qayim bike.

Lê, hevrikên Erdohan dibêjin ku ew yek wek alav tê xebitandin ku dengê cudabîran bêne birîn û ew werine ceza kirin.