Piştî Rêketina ligel Rûsya, Tirkîye Hêzên Nû Dişîne Îdlibê

Tirkîye radigihîne ku piştî rêketina nû ya bi Rûsya re, Tirkîyê dê pirtir hêzên leşkerî bişîne Îdlibê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku ewê leşkerên nû bişînin herêmê û 12 xalên wan yên çavdêrîkirinê dê li cîhê xwe bimînin.

Çavuşoglu dîyar kir ku “opozîsyona nermrê” ya li Îdlibê bi çek bimînin û “herêm wê ji radîkalan were paqij kirin”.

Hikûmeta Sûrî, piştî ragihandina peymana ser Îdlibê kêfxweşîya xwe ragihand, lê soz da ku heta tevahîya axa Sûrîyê rizgar be, ewê şerê xwe bidomîne.

Tirkîye ji operasyoneke leşkerî ya Sûrî ya bi piştgirîya Rûsya gelek xembar bû jiber ku Enqere ditirsî ku sivîlên ku herêmê birevin werin nav sînorê wê.