Wezîrê Alman: Tirkîyê Dişibe Dewleta Almanya Rojhilat ya Berê

Almanya îro Înê Tirkîye şiband dewleta berê ya komunîst, Almanya Rojhilat û hişyarî da hemwelatîyên xwe ku bi pêşçavgirtina hemî xeterîyan herin wî welatî.

Wezîrê Darayî yê Almanya Wolfgang Schaeuble got ku Tirkîye girtinên keyfî û ne rêwa dike û nema standardên herî kêm yên dîplomatîk bi cîh tîne.

“Tiştên ku li niha Tirkîyê diqewimin, serdema Komara Demokratîk ya Alman tîne bîra min. Kesên ku berî hilweşandina wê diçûn wî welatî, dizanîbûn ku dema tiştek bihata sere te, kesekî nikaribû alîkarîya te bikira” Schaeuble ji rojnameya Bild ya navdar re got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Almanya li hember Tirkîyê zimanê xwe tûj kiriye, piştî ku akrîvîstekî mafê mirovan hefteya borî, bi heceta endambûna rêxistina terorê, hatibû girtin.