Encamên Destpêkê yên Hilbijartinên Tirkîyê Serketina Opozîsyonê Nîşan Didin

Dîmeneke ji inê Heremî yên Tirkîyê, 31 Adar,2024.

Encamên hilbijartinê heremî yên Tirkîyê îro Yekşemê hatin kirin hêdî hêdî têne parve kirin, bi rakirina qedexeya weşanê ya Komêsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK).

Li Tirkîyê 34 partîyên siyasî beşdarî hilbijartînên herêmî bûn ku bajarvanî û revebirîyên 81 bajar, 973 bajarok û 390 bajarokan bi dest bixin.

Li gor ragihandina Ajansa Anadalo ya dewletê, li serenserî Tirkîyê heya niha ji 63 hezar û 464 (% 30.69) yan sandoqan hatiye vekirin û Partîya Gel ya Komarî (CHP) li piranîya bajaran di pêş de ye.

Li gor pêzanînên fermî yên Anadolu, encamên giştî jî li gor dengên ku partîyan wergirtine bi vî awayî ne:

Partîya Gel ya Komarî (CHP) 5 mîlyon 106 hezar û 762 deng (%38.97)

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 4 mîlyon 916 hezar û 496 deng (%37.52)

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 733 hezar û 694deng (%5.60)

Partîya Jinûve Refahê (YRP) ) 600 hezar û 960 deng (%4.59 )

Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) 416 hezar û 24deng (%3.17)

Partîyên din jî bi hev re bi giştî 1 mîlyon 330 hezar û 848 deng (%10.16)

Li gor van encamên despêkê, li bajarên serekî yên wek Stenbol, Enqerê û Îzmîrê berbijarên CHP’ê bi ferkekî berbiçav di pêş dene.

Li Konya, Kayserî, Samsun, Sakarya,Isparta jî berbijarên AKP di pêş dene.

Li bajarên Kurdan yên wek Amed, Wan,Elîh, Agrî, Bîtlîs, Dersîmê hev berbijarên DEM Partî bi awayekî eşkere di pêş dene.

Li gelek bajaran jî pêşbirka di navbera dengderan de bi rengekî pir nêz berdewam dike.

Hejayê gotinêye ku jimartina dengan hê didome û li bendeye ye ku di encamên li bajaran di seetên pêş de zelaltir bibin.

Jêder: Ajansa Anadolu