SOHR Dibêje Çekdarên Girêdayê Tirkîyê Êşkencekirin, Talankirina Mal û Milkê Kurdan li Efrînê, Didomînin

Arşîv: Dîmenê komek çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya ku Tirkîye piştgirîya wan dike

Arşîv: Dîmenê komek çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya ku Tirkîye piştgirîya wan dike

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Pencşemê ragihand ku çekdarên koma "Artêşa Niştîmanî" ya ku Tirkîye piştgirîya wan dike, li gundên bakurê Efrînê destdirêjî û binpekirinên mafan didomînin.

SOHR eşkere kir ku çekdarên "Artêşa Niştîmanî" herî dawî li gundên Xerab Selûk, Qerrah Bab û Meydan Îkbîs yên navçeya Reco yên bakurê Efrînê çûne ser jimareke malên rûniştvanên Kurd.

"Çekdaran bi ser çend malên welatîyên Kurd de girtin û li wan malan êşkence, bi awayekî hovane lêdan û destdirêjîya devkî li rûniştvanên van malan kirin, hevdem jinek ducanî jî jiber tundiya hovana ya êrîşkaran pitika xwe winda kir, " SOHR ji zarê jêderên xwe got.

Çavderîyê ragihand ku di 31’ê Rêbendanê de çekdarên Firqeya "El-Hemzat" dest danîn ser 83 çêlekên sivîlekî ji gundê Besleheya yê navçeya Şêrawa ya li gundewarê Efrînê wek "berdêla kirêya xanîyê ku tê de ye," ku sivîl berê li Tel Rifatê dijîya.”

"Di 29’ê Rêbendanê de jî çekdarên Firqeyên "El-Emşat" û "El-Hemzat" avêtin ser mala welatiyekî û tovên curbecur yên genim û kîmyon talan kirin, û jibo tirsandina rûniştvanan fîşekên hewayî teqandin.

Çekdaran bi şev avêtin ser malên din û dest danîn ser tevahîya tiştên di nava wan xaniyan de, " SOHR got.

Rexistinê eşkere kir ku çekdarên "El-Emşat" li gundê Qerzahil li navçeya Şêrawa jî berhemê 200 darên zeytûnê û 250 darên hirmiyan talan kirin û çekdaran gefa revandin û êşkencekirinê li xwedîyên wan zeviyan xwarin, ger ew gilîyên wan bikin.

SOHR destnîşan kir ku çekdarên Odeya Operasyonên "Berbanga Azadîyê" li gundê Qerzahîlê 500 darên temen dirêj bi sedema ku "Darên Rêvebirîya Xweser yên berê ne" wek darên jibo şewitandinê jê kirine.

Çavdêrîya mafan bal kişand ku komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê binpêkirinên li bajar û gundewarên Efrînê jiber nebûna hiqûq û bêcezakirinê didomînin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku dewleta Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayê wê piştî êrîşeke 2 mehan, di Adara 2018’an de herema Afrînê xistin bin kontrola xwe, ku piranîya şênîya wê ya Kurd bi darê zorê hatin koçber kirin.

Jêder:SOHR