YSP: Eger Pirsgirêkên Filistînî û Kurdî Çareser Nebin Wê Aştî Li Rojhilata Navîn Nebe

Doh grûpa Îslamî Hemasê êrîşeke mezin bir ser Îsraîlê, gelek Îsraîlî hatin kuştin û hin jî hatin revandin. Îsraîlê rewşa awarte ragihand û bersiva êrîşa Hemasê da.

Li Tirkiyê jî ev şerê Hemas û Îsraîlê ji nêzîk ve têne şopandin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan doh di 4’emîn Kognreya Awerte ya Partîya Dad û Pêşketinê (AKP) de li ser van êrîşan rawestîya.

Erdogan ragihand ku ewê di sînorên xwe de destpê bikin li Rojhilata Navîn heta Qafqasyayê, ji Balkanan heta Derya Reş pirsgirêkan bi dîyalog û dîplomasîyê bidin çareserkirin. Erdogan di qisedana xwe de bal kişand ser rewşa Qudsê û wiha axivî:

“Qibleya me ya yekemîn Mescîd-î Aksa ye. Mafê ti kesî tune ku dîroka vê derê û rengê olî yê vê derê biguherîne. Heke tiştekî wiha bibe emê dijî hemî dagirkerîyan derkevin.”

Li ser şerê Hemas û Îsraîlê Lijneya Rêveberîya Navendî ya Partîya Çep ya Kesk (YSP) daxûyanîyeke nivîskî weşand. YSP, jibo ku şer were rawestandin bangî hemê dewletên herêmê û hemû hêzan dike.

“Di navbera Filistîn-Îsraîlê de şere û dagirkerîyek berdewam dike. Di vî warî de hêla me hêla aştî û çareserîyeke demokratîk e. Di şerê herî dawî de jî car din zelal bû ku agir bi agir nayê vemirandin. Her êş êşeke din pêk tîne. Li vê derê em bangî hemû dewletan dikin werin vî şerî rawestînin.”

YSP’ê di daxûyanîya xwe de ragihand ku heke pirsgirêka Filistîn û Kurd neyê çareserkirin dê ti gavên aştîyê jî li Rojhilata Navîn neyên avêtin.

“Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên bingehîn hene; pirsgirêka Filistîn û pirsgirêka Kurd. Ev herdî pirsgirêk heke neyên çareserkirin, pêkan nîne ku aştî were Rojhilata Navîn. Têgeha dewleta netewî her ku diçe pirsgirêkan kurtir û girjiyan jî zêdetir dike. Rakêşî, pozberî û şerên ku têne meşandin pêdivîya çareserîyên demokrasîyê zêdetir derdixîne pêş”, di daxûyanîya YSP’ê de hate nivîsîn.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî li ser şerê Îsraîl û Filistînê qise kir. Kiliçdaroglu ragihand ku li herêmê pêwîstî bi aramiyê heye û got, “Em heta dawî li gel doza Filistînê ya rewa ne.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demir