Dê YSPê Di Çaremîn Kongreya Xwe De Çi Nû Bike?

Partîya Çep ya Kesk (YSP) sibê roja Yekşemê wê li Enqerê li Salona Sporê ya Atatûrk bi duruşmeya “Ji bo Azadîyê, Ji nû ve” çaremîn kongreya xwe lidar bixe.

Berî kongreyê, hevberdevka giştî ya YSP Çîdem Kiliçgun Uçar, di aqaftina xwe ya Grûba Meclîsê de li ser tevahîya kongreyê rawestî û ragihand ku wê di rêveberî û hemû naveroka YSP’ê guhertinên nû çêkin.

Di derheqê kongreyê de cîgirê grûpa Meclîsê ya YSP’ê Meral Daniş Beştaş ji Dengê Amerîkayê re axivî. Beştaş ragihand ku ew hatine dawîya amadekarîyan û wê bi kadroyeke nû sîyasetê bidomînin.

“Emê di 15 Cotmehê de ango sibe kongreya xwe ya mezin lidarbixînin. Ana bi mîlyonan kes li benda vê kongrê ne. Xebatên Komîsyona Lihevkirinê û Komîsyona Amadekarîyê xilas bûn. Em bi kelecaneke mezin çaverêya sibe dikin.”

Di pêşîya YSP’ê de babeta sereke guhêrandina rêveberî û navê YSP’ê ye. Jibo hevserokatîya YSP’ê jî navên parlemanterê Sêrtê Tuncer Bakirhan û parlemanterê Edenê Tulay Hatîmogullari derdikeve pêş.

Êrîşên Tirkîyê yên li ser bakr û rojhilatê Sûriyê jî dê di rojeva kongreyê de cî bigrin. Beştaş ragihand ku wê bi taybet li ser vê mijarê jî hin peyaman bidin.

“Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê pirsgirêka herî sereke ye. Têkoşîna me ya wekhevî û azadîyê dê berdewam bike. Kurd li hemberî êrîşên Tirkîyê yên bakurê Sûrîyê gelek dilgiran in û bertekan nîşan didin. Kurdên wê derê xizmên Kurdên vê derê ne. Di kongreyê de dê peyamên bi hêz di vî warî de jî werin dayîn.”

Di kongreyê de çareserkirina pirsgirêka Kurd, hilbijartinên şaredarîyê, tayînkirina qayûman, banga serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ser makezagonê û hin babetên din dibe ku werin rojevê.

Çevê girseya YSP’ê niha bi tevahî li ser vê kongreyê ye û bala wan jî li ser guhêradinan e.

Endamên YSP’ê Îhsan Saylan û Yilmaz Adiyaman daxwazên xwe yên li ser kongreyê ji Dengê Amerîkayê re anîn ziman.

İhsan Saylan got, “Partîya me partîyeke fireh e û gelek bawerî û netew di bin perê wî de ne. Hêvî dikim di kongreyê de ev firêhî were berdewamkirin.”

Yilmaz Adiyaman bi xwe xelkê Wanê ye û ew dixwaze ku ev kongre ji Kurdan re rêya azadîyê veke.

“Hêvîya me ew e ku di vê kongreyê de wekhevî, aştî û azadî derkeve pêş. Ev kongre rûmeta gelê me ye. Daxwaza min ew e ku ev kongre ji çareserkirina pirsgirêka Kurd re derîyekî veke.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demir