Li gor Daneyên DÎSKê li Tirkîyê 6 Milyon Bêkar Hene

Li Tirkîye roj bi roj kirîza aborî kûrtir dibe û bandorên xirab li ser karmendên Tirkîye jî dike.

Bi taybetî di demên dawîn de, gelek karmend jibo lêgerîna mafên xwe çalakî û grevan dikin.

Sazîya Kar ya Tirkîye (ÎŞKUR) daneyên bêkarî û îstihdamê yên sala 2018’an eşkere kir

Li gor vê yekê, hejmara kesên bêkar sala 2018’an de 1 milyon kes zêde bû û kesên bêkar bi vê yekê gihîşt 3.5 milyon.

Ji van 3.5 milyon kesî 1 milyon û 704 hezar jê jin in. û 1 milyon 805 hezar kes jî mêr.

Herwiha hilberîn jî her ku diçe kêm dibe. Jiber vê jî karsaz karmendan naxwazin û ji kar avêtin ji zêde bûye.

Hejmarên bêkar ên qeydkirî di salekê de 35% zêde bûn.

Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut dibêje hêjmarên İŞKURê ne rast in.

“Li gor lêkolinên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji 6 milyon kesî zêdetir bêkar hene. Hêjmara bêkarîya zêde dibe sedema kesên dixebitin erzantir bi kar bikin. Û ev jî jibo karsazan dibe firsend û ji karmendan zêdetir kedxwarîyê dikin. Ev jî dide nîşan ku hem kirîza aborî hem jî kirîza sîyasî zêdetir kûr bûye.”

Karabulut dibêje jiber polîtîkayên aborîyê yên xelet ev hêjmar evqas zêdeye û dibêje şûna hilberînê aborîya berxwarinê hat bikar anîn.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Mem Botanî