Li Tirkîyê Jin Dixwazin Di Makezagonê De Mafê Xwe Biparêzin

Ankara Women

Li Tirkîyê gengeşiyên ser makezagona nû di nav rêxistinên jinan de ji nêz ve tê şopandin. Jin dixwazin bi jîyîneke laîk û azad bergirî li kuştina jinan bigrin.

Li ber vê sedemê jî Enqere û Stenbol di serî de wê li hin bajaran yek rêz çalakî werin lidarxistin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP) sibê di 12 Mijdarê de li Stenbolê bi navê “Emê Laîk û Azad Bijîn û Kuştina Jinan Rawestînin” çalakîyekê wê li dar bixe.

Li Enqerê jî rêxistinên jinan hewil didin ku di makezagonê de mafê xwe biparêzin. Platforma Jinê ya Jibo Wekhevîyê (EŞÎK) jî yek ji van rêxistinaye.

Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan 1 Cotmehê, di vekirina Meclîsê de, behsa makezagona nû kiribû. Lê Platforma Jinê ya Jibo Wekhevîyê dijî vê gorankarîyê derdikeve û vê yekê wek kemîneke dibîne.

Endama EŞÎK’ê nivîskar Berrîn Sonmez, ji Dengê Amerîkayê re sedema dijderketina guhêrandina makezagonê dîyar kir. Sonmez radigîhîne ku makezagona heyî hê nayê bikaranîn û heta niha jî çi mafên jinan heye ji alîyê vê desthilatîyê ve hatîye binpêkirin.

Berrin Sonmez

“Em jî dixwazin makezagon were gorandin û mafên jinan were parastin. Lê em dizanin ku heta niha vê desthilatîyê mafên jina hemû têkbirîye. Heke gorankarîyek were çêkirin wê li hemberî tundî dernekevin, di makezagonê de dê bêtir madeyên ku desthilatîya mêran bihêz bike bînin. Li ber vî jî em dibêjin heta hun gorankarîyê dikin pêşî mafê heyî bikar bînin”, Berrîn Sonmez ji Dengê Amerîkayê re got.

Peymana Stenbolê di salên borî de ji alîyê desthilatîyê ve hatibû rakirin. Li ber vî jî jin bi desthilatîyê bawer nakin.

Parêzer Yelda Koçak bi xwe di warê mafên jinan de kar dike. Koçak ji holê rakirina Peymana Stenbolê wek dijayetîya jinan nîşan dide:

Yelda Koçak

“Ev desthilatî ana behsa gorandina makezagonê dike, lê mafên ku di peymana navnetewî de jinan qezençkiribû ji destê jinan hate sendin. Di ruhîyeta Peymana Stenbolê de heke makezagonek were çêkirin emê jî bêjin belê bila makezagon bigore, an jî wek Peymana CEDAW ya Netewên Yekbûyî bibe û wekhevîyeke rasteqînî tê de hebe emê jî erêbikin. Lê ev desthilatî di vî warî de bawerîyeke nade.”

Hêjayî bibirxistinê ye ku kuştina jinan li Tirkîyê bê rawestin berdewamdike. Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin, raporta meha Cotmehê de ragihand ku 18 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin û 19 jin jî bi mirî hatine dîtîn, ango bi tevahî 37 hatine kuştin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyûp Demir